• Thursday, 12 February 2026
logo

Mike Pompeo: Piştgiriya bo HSD û Kurdan dê bidome

Gulan Media November 9, 2019 Nûçe
Mike Pompeo: Piştgiriya bo HSD û Kurdan dê bidome
dibêje Amerîka berdewam dibe li ser hevkarî kirinê
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di serdana Almanya de li weqfekê ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Kurdan axifî.

Pompeo diyar kir ku Amerîka piştgirîyeke jêderan ya mezin daye HSD'ê û Kurdan.

Wî da zanîn ku wan tiştên pêwîst dane Kurdan û xîlafeta DIŞI’ê hilweşandine û ameje kir ku ew bi vê yekê serbilind in û ewê piştgirîya bo Kurdan bidomînin.

Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku piştgirîya bo Kurdan ji berjewendîya Amerîka û Ewrûpa re baş e.

Li ser pirsan, Pompeo got ku ew ji Sûriyê venekişiyane û gava Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan biryar daye ku êrîşî bakurê Sûriyê bike ew dijî wî derketine.
Top