• Thursday, 12 February 2026
logo

Al a Kurdistanê biser avahiya şaredariya Budapeşta bilind bû

Gulan Media November 9, 2019 Nûçe
Al a Kurdistanê biser avahiya şaredariya Budapeşta bilind bû
Şaredarê paytexta Hungarya Budapeşta Gergely Karacsony bi egera protestokirina êrîşa Tirkiye hemberî rojavayê Kurdistanê Al a Kurdistanê liser avahiya şaredariyê bilind kir.

Seredana Serokomarê Tirkiye Receb Tayyib Erdogan a Hungarya, di çarçoveya Civîna Bilind a Hevkariya Stratejîk de, rastî protestoyan hat. Serokê Şaredariya Budapeşta Gergely Karacsony, liser account a xwe ya sosyal medya diyarkir, ku: Ew yek ji protestovan ê hatina Erdogan e. Herweha Gergely Karacsony liser avahiya şaredariya Budapeşta Al a Kurdistanê bilind kir.

Gergely Karacsony di parvekirina xwe ya sosyal medya de nivîsî: “Gava diktatorek were Budapeşta, ez bi xwe protesto dikim. Bilindkirina Al a Kurdistanê liser pencereya min di avahiya şaredariyê de ne pêngavek, ji xwe ve ye. Wekî aştîxwazek, min xwest piştgirî û nêzîkahiya xwe bi Kurdan re bînim ziman. Hukimeta Hungarya, ku weha tevnagere û jiber hatina Erdogan felckirina nîvê bajêr, cihê dilgiraniyê ye”.

K24
Top