• Thursday, 12 February 2026
logo

Îlham Ehmed: Tirkiye bi çekên Ewropî kurdan dikuje!

Gulan Media November 9, 2019 Nûçe
Îlham Ehmed: Tirkiye bi çekên Ewropî kurdan dikuje!
Serkirdeyeka Rojavayê Kurdistanê bang li welatên Ewropî kir çekan nedin Tirkiyê ji ber ku kurd bi wan çekan tên kuştin. Wê serkirdeya Rojava daxwaz ji Ewropa jî kir herî kêm 2 hezar serbaz bişînin Rojava.

Serkirdeya Rojavayê Kurdistanê, Îlham Ehmed, ku seroka Meclisa Sûriya Demokratîk e jî, ji ajansa Reutersê re gotiye, Amerîka bi vekişandina hêzên xwe Rojavayê Kurdistanê li hember tehdîd û êrişên Tirkiyê hîşt her wiha bû sebeb ku girtî û terorîstên DAIŞê birevin û firsenda wê yekê bibînin dîsa dest bi çalakiyên xwe yên terorîstî bikin.

Îlham Ehmed bang li Ewropa kiriye çekan nedin Tirkiyê ji ber ku ew çekên ku Tirkiye li hember kurdan bikar tîne, yên Ewropî ne û kurd bi wan çekan tên kuştin.

Wê serkirdeya Rojava daxwaz ji Ewropa kiriye bo astengkirina êriş û tehdîdên Tirkiyê, herî kêm 2 hezar serbaz bişînin Rojavayê Kurdistanê.

Îlham Ehmed daye xuyakirin ku Tirkiyê li hember kurdên Rojava çekên kîmyayî bikar aniye ji ber wê jî divê lêpirsîn lê were kirin.

Basnews
Top