HSDê ji bo Rojava bang li Amerîkayê kir
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrişên Tirkiêyê û grûpên çekdar de daxuyaniyek belav kir.
HSDê di daxuyaniya xwe de aşkere dike ku Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve ji destpêka agirbestê ve, 108 êrişên bejahî encam dane, firokeyên bêpîlot 82 xal bombebaran kirine, topxaneyên Tirkiyê 110 deverên ku li derveyî herêma operasyonên leşkerî ne topbaran kirine.
Di daxuyaniya HSDê de hatiye destnîşankirin ku grûpên çekdar, “Axa Sûriyê derveyî operasyonên leşkerî yên ku li ser hatiye lihevkirin ji Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temir dagir dike û tevî vekişîna hêzên me ji wan herêman lê binpêkirinên xwe ji kuştina sivîlan û koçberkirina wan didomîne.”
HSD diyar dike ku Tirkiye û grûpên çekdar ji destpêka ragihandina agirbestê heta niha dest daniye ser rûberekî bi berfirehiya 1100 kîlometre çargoşe ku ku ji 56 gundan pêk tê, tevî gelek mezra li bakurê bajarokê Eyn Îsayê, rojhilatê bajarê Kobaniyê, rojhilatê Serê Kaniyê û bakur rojavayê Til Temirê.
HSD dibêje, “Dewleta Tirk û komên wê yên çekdar bi rêya derewî û propegandeya xwe hewl dide raya giştî bixapîne ku ew agirbestê pêk tîne. Di dema ku artêşa wê herêmên din ji Sûriyê dagir dike. Çawa aliyek îdia dike ku ew agirbestê pêk tîne û di heman demê de herêman dagir dike, komkujiyan pêk tîne û sivîlan dide koçberkirin.”
HSDê aşkere kiriye ji ragihandina agirbestê ve di encama êrişên Tirkiyê û pevçûnên li gel grûpên çekdar de 11 182 şervanan canê xwe ji dest dane û 243 şervan jî birîndar bûne.
Fermandariya HSDê aşkere kiriye ku wan bi dabîn û navbeynkariya Amerîkayê şert û mercên agirbestê pejirandine û bang li Amerîkayê kir ku bi berpirsyarî û erkê xwe rabe û helwesta xwe li hember wan binpêkirinên Tirkiyê û grûpên çekdar nîşan bide û herwiha HSDê dibêje, “Divê Amerîka di helwestên xwe de dadperwer be.”
Rudaw
