• Thursday, 12 February 2026
logo

Emerîka vekolînê ji tawanên cengî yên hêrişa Tirkiyê dike

Gulan Media November 8, 2019 Nûçe
Emerîka vekolînê ji tawanên cengî yên hêrişa Tirkiyê dike
Mayîk Pompêw, wezîrê derve yê Emerîkayê ragehand ku Emerîkarê çavdêrîya agirbestê dike û hevdem jî nirxandin, helsengandin û vekolînê li ser wan tuhmetên girêdayî bi encamdana tawanên cengî dike, ku ji encama hêrişa Tirkiyê bo ser bakûra Sûriyê rûdan e.

Pompêw got jî: Em çavdêrîyê wê deverê û hêrişê dikîn û daxwaz ji Rûsiya, Tirkiye û Sûriya dikîn ti pêngavên din nehavêjin bi armanca têkdana aramîyê li wê deverê.

Piştî destpêkirina hêrişên Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê, li 9/10/ 2019 ew mîlîşyayên ji alîyê Enqereyê ve dihên piştîvanîkirin, bi encamdana tawanên dijî mirovatîyê hatîne tawanbarkirin û hinek ji wan tawanan jî dikevin çarçoveya encamdana tawanên ceng ku biryare Emerîka vekolînê li ser wan tuhmetan bike.

K24
Top