Adil Ebdulmehdî: Bi awayeke durist reftarê li gel Herêma Kurdistanê dikîn
Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê Îraqê di peyvekê de di dema serokatîkirina kombûna komîteya amadekirina pirojeyasa ya budceya sala 2020 de, tekez li ser wê yekê kir ku bûyerên evê dawîyê bandor xwe hebûye li ser gîrokirina pirojeyasa ya budceyê, lê kar nehatîye rawestandin û li çend rojên dahatî piroje yasa ya budceyê arasteya perlemanî dihêt kirin.
Tekez jî kir ku ew dixwazin reftareke rast û durist li gel Kurdistanê bikin derbarê radestkirina petrolê û şehnîyên darayîyê.
K24
