Çavuşoglu: Me lîstikek mezin têk bir!
Çavuşoglu rexneyên tund li Amerîka jî girt: “Amerika sozên xwe bicîh neanî. Bi awayek lawaz çend helikopter û firokeyên bê firokevan firiyan, lê YPG û PKK her li wir man. Binkeyên wan,tunelên wan man. Her gava em di nav mekanizmeya hevbeş de bûn, Amerika berdewam kir, ku bi rêya Iraqê alîkariyan bigihîne YPG. Me bala Amerika kişand. Me got: “Ger hûn weha bikin, em dê bi sere xwe tevbigerin” û me ew biryar da”.
“Piştî destpêkirina Operasyona me, hevpeymanê Almanya bi xwe di Neteweyên Yekgirtî de, di Yekîtiya Ewrûpa de li dijî me pêngav avêtin. Fransa ji xwe dinav vî karî de bû. Çima ev qiyamet ra bû? Jiber, ku dixwestin li wir dewleta terorê ava bikin. Serê vê yekê jî, Israîl û Fransa dikşandin. Gelek vekirî dibêjim, heta îro jî – wan ev yek red nekiriye! Sedema vê qiyametê ew bû!”
K24
