• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka: Kêlgehên petrolê di destê HSDê de ne

Gulan Media November 7, 2019 Nûçe
Amerîka: Kêlgehên petrolê di destê HSDê de ne
Berpirsekî pilebilind ê Wezareta Derve ya Amerîkî ragihand, kêlgehên petrolê yên bakurê Sûriyê ji aliyê HSDê ve tê birêvebirin û rêveberiya Amerîka ti biryarek li ser wê pirsê dernekiriye.

Anajsa “Reuters” ji ser zarê berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîka veguhast, kêlgehên petrola li bakurê Sûriyê di destê HSDê de ne û dahata wê dibe, erkê hêzên Amerîkî jî parastina navçeyên berhemanîna petrolê ye.

Diyar kir jî, erkê parastinê ew e, parastina navçeyê ye, ku ew navçe dê bibin navenda operasyonên berdewam ên li dijî DAIŞê.

Aşkere kir jî, li ser pirsa kêlgehên petrolê yên li bakurê rojhilata Sûriyê, ta niha ti biryar û araste ji Wezareta Derve ya Amerîka re nehatine.

Herwiha pêştir jî Trump ragihandibû, ew beşek ji hêzên Amerîkî bo parastina kêlgehên petrolê bihêle.

Peyamnêrên K24ê jî didin zanîn, ji çend rojan ve hêzên Amerîkî gerên çavdêriyê li sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li cihên petrol heye dikin.

K24
Top