HSD hêrişên komên çekdar li derdora bajarokê Zirgan têkşikandin
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, HSDyê hêrişeke çekdarên dûvlankên Tirkiyaê li bajarokê Zirgan têkşikandin ku dixwaztin gundê Babulxweyr a ser bi Zirgan ve kontirol bikin.
Li gor ku hatîye belavkirin, ji encama wê hêrişê 4 çekdarên wan girûpên dûvelankên Tirkiyayê hatîne kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.
Herweha riwangehê belav kirîye, ji encama topbarana bingehên HSDyê li enî ya Ebûrasên û Tel Temir ji alîyê komên çekdar ve, dû şervanên HSDyê canê xwe ji dest dan e û tek din jî birîndar bû ye.
Ev demeke şer di navbera HSDyê û komên çekdarên dûvelankên Tirkiyayê berdewam e li ser rê ya Zirgan- Tel Temir û çekdarên dûvelankên Tirkiyayê hewil didin rê navbera herdû bajarokan bibirin.
K24
