• Friday, 13 February 2026
logo

Qaymeqamê Hewlêrê: Pêwîstbû YNKê daxwaza lêborînê ji xelkê Hewlêr, Kerkûk û Duhokê kiriba

Qaymeqamê Hewlêrê: Pêwîstbû YNKê daxwaza lêborînê ji xelkê Hewlêr, Kerkûk û Duhokê kiriba

Qaymeqamê qeza navendî ya Hewlêrê radigehîne, ew karê kirêt ê qirêj ku PKKê kiriye, û berê jî ew karên kirêt li dijî ezmûna Herêma Kurdistanê kirine û got: ‘’Pêwîstbû piştî beşdarbûna wan herdu endam û kadroyên YNKê yên di wî tewanî de, pêwîstbû daxwaza jêborînê kiriba.’’

Di hevpeyvîneke li gel BasNewsê re qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd behsa bûyerên şewatê li bajarê Hewlêrê kir ku mixabin di dawiya sala 2023yê û destpêka 2024ê pêkhatin û wek hikûmetê ragehand ku guman di wan şewatan de heye û piştre jî aşkera bû ku grubeke tewanê li pişt wî karî ne û ser bi PKKê ne.

Nebez Ebdulhemîd got: ‘’PKK dijmintiyeke temam li gel gele me dike, bi karen terorîstî dijminatiya gel dikin. Herwaha ew kesên hatine girtin beşek ji wan ser bi YNKê bûn, lê YNK hevbeşê hikûmetê ye û li vê Hewlêrê jî hin xelk heye ku alîgirê YNKê ye û ewan jî ziyan dît. Mixabin wê grubê bê ku guh bide tiştekî ew tewan kirin û ji ber wê jî me ew wek karekî terorîstî pênase kir.’’

Qaymeqamê Hewlêrê diyar kir, piştî daxwaz ji xelkê ziyandîtî hate kirin ku dozê vekin, li Hewlêrê zêdetirî 120 heta 130 kesên ziyandîtî doz li binkeyên polis tomar kirin. Û got: ‘’Hemahengiya temam divê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta federal bo encamdana lêkolînan hebe, ku encamên wan lêkolînan baş bin.’’

Derbarê helwêstê YNKê de jî qaymeqamê Hewlêrê got: ‘’Tişta baş ew bû YNK xwedî helwêst be û qet nebe daxwaza lêborînê ji xelkê kiriba, ji berk u du endamên YNKê di wî tewanî de bûn. Raste me gotiye wan kesane ferman ji PKKê wergirtine. Lê ji ber aliyê siyasî YNK bûye, pêwîst bû YNKê daxwaza lêborînê ji xelkê Hewlêr, Kerkûk û Duhokê bike.’’

Nebez Ebdulhemîd got: ‘’Dema ew kesane azadbûn bûyerên şewatê yên mezin çêdibûn, destdirêjî li ser aboriya welat û bazirganiya mezin dikirin. Piştî girtina wê grubê ew cure bûyer nemane û naha eger bûyerên şewatê hebin jî bûyerên biçûk in. Bi rastî tişta ku wan kir tewaneke qirêj û kirêt bû û di dîroka bajar û herêmê de tê tomar kirin. Lê tewanên waha dûrî PKKê nînin û berê jî karen gelek kirêtir li dijî ezmûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê encam dane.’’

Qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd diyar kir: Kabîneya nehem li gel hemû pirsgirêkên dema borî de jî hewl daye xizmeteke baş ji bo xelkê Kurdistanê bike.

 

Rudaw

Top