• Thursday, 12 February 2026
logo

Efrîn - Çekdarên PKKê keçeke zarok revandin

Efrîn - Çekdarên PKKê keçeke zarok revandin

Îro 16.07.2024ê çapemeniya Rojavayê Kurdistanê ragehand, çekdarên PKKê li sînorê bajarê Efrînê keçeke din a zarok revandine.

Herwaha hat aşkera kirin, gruba bi navê Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê, li navçeya Til Rifet keçeke zarok a bi navê Fîdan Husên revandine.

Herwaha hat diyar kirin ew keç ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve bi armanca bikin çekdarê PKKê li gundê Helalka ya li sînorê bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê hatiye revandin.

Duh çapemeniya Rojavayê Kurdistanê belav kir, çekdarên PKKê keçeke zarok a bi navê Leyla li navçeya Şehba ya Helebê revandine.

Herwaha hatibû gotin, ew keç xelkê gundê Qerteqlaq a sînorê bajarê Efrînê bûye û koçberî Helebê bûne.

Li gor zanyariyan ji destpêka vê meha Tîrmehê ve, çekdarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 13 zarokan revandine ku wan bikin çekdarên xwe û beşdarî şer bikin.  

 

Basnews

Top