• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê eşîreke Enbarê: Me ji bo avakirina herêmeke Sune piştgirî wergirtiye

Serokê eşîreke Enbarê: Me ji bo avakirina herêmeke Sune piştgirî wergirtiye

Her diçe behsa avakirina herêmeke serbixwe ya Suneyan li Iraqê tê kirin. Serokê eşîreke Enbarê dibêje, wî piştgiriya biyanî ji bo ragihandina herêmeke Erebî ya Sune li Iraqê bidest xistiye.

Suneyên Iraqê tevî beşdarbûna piraniya hêzên wan di hikûmetên li pey hev ên Iraqa nû de, lê ew di wê baweriyê de ne ku ew di belavkirina peywir û hevpariya rêveberiyê de tên piştguhxistin, ji ber wê jî bi berdewamî karta avakirina herêmeke Sune wek zexteke siyasî li ser hêzên din bilind dikin.

Şêx Reid Silêman ku yek ji şêxên navdar ên Enbarê ye got, piştevaniya navdewletî ji bo avakirina herêmeke Sune ya Erebî li Iraqê heye û ji sedî 90 ji Suneyan piştgiriya herêma nû dikin. Herwiha got ku bîrokeya herêmeke Sunî, koka wê bo nêzî 10 salan vedigere.

Şêx Reid got: “Herêma Erebên Sune Enbar, Mûsil, Selahedîn, Diyala û kembera Bexdayê li xwe digire. Ev herêm welat parçe nake û me razîbûna welatên herêmê, Kendavê û Amerîkayê wergirtiye.”

Li ser helwesta aliyên Şîe jî, Mehmûd Heyanî ji hevpeymaniya Fetih got:: “Civaka Sune ji hev cuda ye û cudahiyên wan rê li ber avakirina herêmeke wiha digire. Mijara herêmîkirinê, mafek e ku di destûrê de hatiye garantîkirin, lê pêwîstî bi mekanîzmayeke rasteqîne û îradeya hêzên siyasî heye, lewma hewlên avakirina herêmeke Suneyan bê encam e.”

Heyanî amaje bi wê jî kir: “Dema ku destûr hatiye nivîsandin, hêzên Sune birokeya herêmekê bi xwe red kirin. Serokên Suneyan li ser namzedekî ji bo Serokatiya Parlamentoyê li hev nakin, ma çawa dikarin li ser avakirina herêmekê li hev bikin?!.”

 

Basnews

Top