• Thursday, 12 February 2026
logo

Lavrov bersiva Erdogan da: YPG ji wir derketiye

Gulan Media November 6, 2019 Nûçe
Lavrov bersiva Erdogan da: YPG ji wir derketiye
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bersiva serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da û ragihand, şervanên YPGê ji “herêma aram” vekişiyane.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duhî di civîna firaksiyona partiya xwe de gotibû, heta niha jî YPG ji “herêma aram” derneketiye.

Piştî wan gotinên Erdogan, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand, şervanên kurd ji wan deverên ku jê re dibêjin “herêma aram” û 30 km dûrî sînorên Tirkiyê ne, vekişiyane.

Lavrov her wiha da zanîn, rêkeftina ku roja 22 Cotmeha îsal û li bajarê Soçî yê Rûsyayê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hatibû îmzekirin, hatiye bicîhanîn.

Basnews
Top