Komîteya destkarîkirina destûrê 7 biryar dan
Piştî berfirehbûna xwepêşandanên li Iraqê, ku di tundîtjiyên tê de gelek kuştî û birîndar çê bûn, parlamentoya Iraqê ji bo aramkirina rewşê hin biryar dan, ku pêkanîna komîteyekê ji bo destkarîkirin û guhertina destûrê yek ji wan biryaran bû.
Roja bihorî wê komîteya taybet a parlamentoya Iraqê, yekemîn civîna xwe saz kir û têkildarî karê ji bo guhertina destûrê 7 biryar dan, ku bi vî awayî ne:
Yekem: Beşdarbûna Komîteya Aqilmendan ku lêvegera olî daxwaza avakirina wê kiriye.
Duyem: Beşdarbûna mamostayên Yasaya Destûrî yên zanîngehên Iraqê di amadekirin û dariştina pêwîst de.
Sêyem: Wergirtina nerîna dendîka û rêkxistinên civaka sivîl û saziyên peywendîdar.
Çarem: Vekirina malpareke elektronî ji bo pêşwazîkirina nerîna hemû welatiyan û nûnerên xwepêşanderan.
Pêncem: Sûdwergirtin ji ezmûna Netewên Yekgirtî bi rêya Şandera Netewên Yekgirtî li Iraqê.
Şeşem: Daxwazê ji desthilata Dadwerî û bicîkirinê dikin, ku nûnerê xwe bişîne ji bo guhdarîkirina li nerînan.
Heftem: Destûr li gorî dema destûrî ya diyarkirî tê sererastkirin.
Komîteyê herwiha biryar daye, ku li ser civînên xwe berdewam be ji bo ku di destûra Iraqê de destkarîkirinên pêwîst di demeke bilez de bê kirin, ku li gel pêwîstiya serekî ya avakirina dewletê di çarçoveya destûrê de guncaw be.
Rudaw
