• Friday, 13 February 2026
logo

Berpirsê baskê PDKê li Germiyan: Teqandina otomobîla min kiryarekî terorîstî bû û kesên şaraza kirine

Berpirsê baskê PDKê li Germiyan: Teqandina otomobîla min kiryarekî terorîstî bû û kesên şaraza kirine

Berpirsê baskê Germiyanê yê PDKê zanyarî derbarê teqandina otomobîla xwe de aşkera kirin û got; ew karekî terorîstiye û çavdêrî hatiye kirin. Teqez kir ku ew kar ji aliyê kesên şaraza ve hatiye kirin.

Îro 15.07.2024ê berpirsê baskê 22 yê PDKê li Germiyanê Ekrem Salih di civîneke çapemeniyê de got: ‘’Hemû amaje wê nîşan didin ku çavdêriya min hatiye kirin, berê otomobîla min li malê bû, ajokarê min anîbû derve û nêzîkî çarêkekî li derve bû, piştî ez li otomobîlê siwar bûm û otomobîl rêveçû hat teqandin.

Hrewaha got: ‘’Gumana min heye bi rêya kontrolê ji dûrve çavdêrî li min hatibe kirin, otomobîl bi wî awayî hatibe teqandin. Otomobîla min hemû şewitî, lê bi keyfxweşî ez bixwe selamet im û hin ji wan Pêşmergeyên li gel min bi sivikî birîndar in.

Berpirsê baskê Germiyanê yê PDKê ragehand: ‘’Guman heye ev kiryarekî terorîstî be, ji ber ti pirsgirêka min li gel ti kesekî nebûye, ji bo wê jî daxwaz ji saziyên sînorê me dikim, li polîs û asayîşê ku lêkolîneke hûr li ser vê bûyerê bikin. Em li vî sînorî ne û asayîşa navçeya me di dest wan hêzên ewlehiyê de ne.’’

Ekrem Salih got; ‘’Eger bi çend çirkeyekî me xwe rizgar nekiriba, em hemû dê nav otomobîlê de şewitîban. Kiryarên waha bi xelkê neşaraza nayê kirin, kiryarekî mezin bû û bombe di bin wî cîhî de hatibû danîn ku ez bixwe lê rûniştibûm.’’

Herwaha dawiyê de jî got: ‘’Me ti daxuyanî nedane û cureya teqînê dê her tiştî nîşan bide, gelo grubek li pişt wê bûyerê ye yan na, em ti kesî tometbar nakin û dê encamên lêkolînê her tiştî aşkera bikin.’’

 

Basnews

Top