• Friday, 13 February 2026
logo

Kerkûk – Xwandevanên yekem ên dibistanên Kurdî hatin xelat kirin

Kerkûk – Xwandevanên yekem ên dibistanên Kurdî hatin xelat kirin

Îro 15.07.2024ê rêveberiya Xwandina Kurdî li Kerkûkê xelat da 13 xwandevanên pola 3 ya navendî yên xwandina dema 2023-2024ê ku bibûn yekem.

Rêveberê xwandina Kurdî li Kerkûkê Mamosta Kameran Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Salane wekî xwandina Kurdî bi hevkariya Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê em xelatê didin yekeman û rêjeya derçûnê di asteke gelek baş de ye û li ser asta Kerkûkê xwandina Kurdî di asta yekem de ye.

Herwaha got: Em her sal di dema dabeşkirina xelatê li ser xwandevanên yekem de li parêzgehên Herêma Kurdistanê, bê Kerkûkê heta naha nehatiye dabeş kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam giringî daye xwandina Kurdî ya li Kerkûkê.

 

Basnews

Top