Herman Mîrza Beg: Projeya piştevaniya darayî ya Serokê Hikûmetê xizmetekî mezin digehîne Ezidiyan
Şêwirmendê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê karûbarên pêkhateya Êzidiyan ragehand, projeya piştevaniya darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rizgarbûyên dest DAIŞê xizmetekî mezine ji bo wan rizgarbûyane û dibe palderekî bihêz ji bo wan.
Şêwirmendê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Herman Mîrza Beg ji BasNewsê re ragehand, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berdewam piştevaniyeke mezin daye Êzidiyan û ti demekî di wê xizmeta ji bo hemû pêkhateyan de newestiya ye, ev projeye jî dibe piştevaniyeke mezin jibo hemû Êzidiyan û bi taybet jî ji bo wan rizgarbûyên dest DAIŞê. Ji ber ku wan rizgarbûyan pêwistiya wan bi jiyaneke serbilindî heye.
Herwaha got, zêdetir ji 3 hezar kesan bi rêya binkeyê Laleşê yê Rewşenbîrî û Civakî ve dê wî pareyî wergirin ku hatiye veqetandin. Li gel wê jî projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo rizgarbûyên dest DAIŞê dê berdewam bikin.
Herman Mîrza Beg diyar kir: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmetê bixwe, berdewam di xema Êzidiyan de ye û herwaha proje heye ji bo wan kesane ku ji xwandinê qutbûne û çareseriyek ji bo wan jî dê bê dîtin.’’
Şêwirmendê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya wê yekê dike ku rêkeftina Şingalê wekî xwe bê cîhbicîh kirin, ji bo ku xelk bi serbilindî û dûr ji xwe sepandina hin aliyan wegerin ser cîhê bav û bapîrên xwe.
Roja 02.07.2024ê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve merasîma ragehandina bernameya piştevaniya darayî ji bo rizgarbûyên dest terorîstên DAIŞê li Hewlêrê birêve çû.
Di merasîmê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: ‘’Ev rêzgirtina bexşîna mehane ji bo zêdetir ji 3 hezar xwîşkên Êzidî yên rizgarbûyên dest DAIŞê ye û bêguman ji bo baştirbûna rewşa darayî, asta hevkariyên me ji bo wan xoşdiviyan dê berfirehtir bibe. Em dê hemû hevkariyekî pêşkeşî wan azîzan bikin ku jiyaneke bi rûmet wan hebe û beşekî biçûk a birînên wan bên pêçan. Bi taybet dîtina derfeta kar û berdewambûna wan a xwandinê û çareseriyên bijîşkî jî li gor şiyanan dê hemû asankariyek bo wan bê kirin.’’
Basnews
