• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Serok    Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Duh 14.07.2024, Serok Mesûd Barzanî li Selehedînê pêşwaziya balyozê Brîtanya Stephen Hitchen li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku konsulê giştî yê Brîtanya li Hewlêrê Andrew Beasley jî amade bû, Balyozê Brîtanya serdana Serok Barzanî ya bo Bexdayê û hevdîtinên wî yên li gel aliyan bilind nirxand û ragehand ku ew serdane bûye sedema çêkirina atmosfereke siyasî ya erênî di proseya siyasî ya Iraqê de û serdaneke serkeftî bû.

Herwaha di hevdîtinê de Serok Barzanî behsa encamên serdana xwe ya bo Bexdayê kir û girêdayî bi proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê jî, Serok Barzanî tekez li ser lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de kir.

Bûyer û pêşhatên herêman û metirsiya terorê û paşeroja hebûna hêzên hevpeyman mijarên din ên wê civînê bûn.

Top