• Thursday, 12 February 2026
logo

Daxuyaniya civîna Serokayetiyên Herêma Kurdistanê û Serok Komar û aliyên siyasî

Gulan Media November 6, 2019 Nûçe
Daxuyaniya civîna Serokayetiyên Herêma Kurdistanê û Serok Komar û aliyên siyasî
Bi amadebûna birêz Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqa Federal Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê, Desteya Serokayetiyên Herêma Kurdistanê û Serok û Nûnerên aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, ji bo guftûgokirina di derbarê rewşa Iraqê û eger û pêşhatan û bandorên wê yên li ser proseya siyasî li Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî civîneke berfireh encam dan.

Hemû beşdarên civînê bi girîngiyê ve li rûdanên Iraqê dinêrin û wiha bawerin ku ewê îro li qada siyasî û îdariya Iraqê da rûdide, encama kêmasiyên kombûyên çendîn saliya hukimranî û bi cîh nekirina destûrê bûye.

Beşdarbûyên civînê li gel daxwazên rewayên xelkê Iraqê ne û piştevanin ku Hikûmeta Iraqê rêkarên pêwîst ji bo çaksazî û bi deng ve hatina daxwaziyên rewayên wan li ber bigrin, tekez kirin ku ewlewiyeta Herêma Kurdistanê û sazî û damezrawe û aliyên dinê, parastina aramî û destkeft û berjewendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê û rûbirûbûna teror û berdewamiya proseya çaksaziyê dibê û piştevaniya çaksaziyên li Iraqê dikin.

Waar.tv
Top