Xwepêşanderên Besrayê dest danîn ser binkeyê fewca leşkerî ya artêşa Iraqê
Îro 05.11.2019ê xwepêşanderên Besrayê wek bajar û bajarokên din ên Iraqê xwepêşandanên xwe berdewam kirin.
Xwepêşanderên Besrayê dest danîn ser binkeyê fewca hêzên deryayî ya Iraqê ya li bendera Um-Qesir û piştre jî leşkeran xwe ji bo benderê vekêşan.
Leşkerên Iraqê bo dûrxistina xwepêşanderan, ku dest bi ser binke û zirîpoş û hejmarek çekên binkeyê de girtin, gule hatin berdan û ji ber wê jî 4 xwepêşander birîndar bûn û behsa kuştina kesekî xwepêşander jî tê kirin.
Roja 02.10.2019ê ve hemwelatiyên Iraqê li Bexda û piraniya bajarên wî welatî dest bi xwepêşandanên dijî gendelî û nebûna xizmetê kirin.
Basnews
