• Friday, 13 February 2026
logo

Erdogan ragehand, demekî nêzîk de dawî bi êrîşên xwe yên li Herêma Kurdistanê dê bînin

Erdogan ragehand, demekî nêzîk de dawî bi êrîşên xwe yên li Herêma Kurdistanê dê bînin

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ragehand, demekî nêzîk de êrîşên xwe yên li navçeyên sînorî yên axa Herêma Kurdistanê dê bînin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan duh 13.07.2024ê di gotareke xwe ya akademiya leşkerî li Stenbolê de ragehand: ‘’Demekî kurt de êrîşên me yên li dijî rêxistina terorîst li navçeyên sînorê Tirkiye û Iraqê emê temam bikin û lêdanên me dê bihêz bin, lê kemera ewlehiyê ya bi dirêjiyiya sînorê xwe û li gel Sûriyê jî emê temam bikin.’’

Ji roja 15.06.2024ê ve bi hemahengî û rêkeftina li gel hikûmeta Iraq a federal, Tirkiye operasyona leşkerî ya bejayî ya nû û esmanî di nav axa Herêma Kurdistanê bo ser çekdarên PKKê dest pê kirin.

Roja 22yê meha 4 a 2024ê Serokomarê Tirkiyê Erdogan serdana Iraqê kir û li gel berpirsên payebilind ên Iraqê 26 rêkeftin û protokolên di warên asayîş, bazirganî, av, rêya geşepêdanê û çend warên din de îmza kirin.

Çavkaniyên siyasî yên nêzîk hikûmeta Iraqê vê derbarê de ragehand, ‘’Êrîşên Tirkiyê li ser rezamendiya hikûmeta Iraqê tên encamdan û beşekin ji wê rêkeftinên hemûalî yên di dema serdana Erdogan de bi Iraqê re hatine îmza kirin.’’

 

Basnews

Top