• Thursday, 12 February 2026
logo

Emerîka li deverên jêr kontirola HSDyê dû bingehên serbazîyên nû dê damezrîne

Gulan Media November 5, 2019 Nûçe
Emerîka li deverên jêr kontirola HSDyê dû bingehên serbazîyên nû dê damezrîne
Hevdem Emerîka li gel vekişandina hêzên xwe li çend deverên bakûra Sûryayê, li deverên din li Rojehelata Sûriayê dû bingehên serbazîyên nû dadimezrîne.

Li gor zanyarîyên çend çavkanîyên çavkanîyên navxweyî ya deverê, ku bo ajansa Andol a fermî ya Tirkiyayê axivtîne, Emerîka mijûlî damezirandina dû bingehên serbazîye li devera Dêrazûrê ku devereke dewlemende bi petrolê û dikeve jêr desthelata Hêzên Sûriya Demokrat (HSD).

Çavkanîyan bi ajansê ragehandîye, bingeha yekem li bajarokê Elsûrr dibe li gundewarê bakûra parêzgehê û bingeha dûyem jî, di nav baregeha lîwaya 113 dibe ku berê artêşa Sûriyayê têde bû û dikeve gundewarê rojavaya Dêrezorê.

Herweha behsa wê yekê jî hatîye kirin, ku didema destpêkirina hêrişa Tirkiyayê li 9/10/2019 bo ser Rojavaya Kurdistanê, Emerîka ji wan deveran vekişîyan û 250 serbazên Emerîkayî bi tevaya keriste û çekên xwe hatin şandin bo wan deverên Dêrezorê.

Her di vê heftîyê de, rojbameya Elweten a fermîya Sûriyayê ragehandibû, Emerîka dû bingehên serbazî li Dêrezorê dê damezrîne.

Rudaw
Top