• Friday, 13 February 2026
logo

Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pizêşkiyan peyamek ji cîhanê re şand: Stratejiya berevaniya Îranê çekên Etomî tê de nîne

Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pizêşkiyan peyamek ji cîhanê re şand: Stratejiya berevaniya Îranê çekên Etomî tê de nîne

Duh 13.07.2024, Serokomarê Îranê yê nû peyamek bi navnîşana “Peyama min bo Cîhana nû” bi zimanê Înglîzî belav kiriye û têde pesna siyaseta dostane a li gel Çîn û Rûsyayê dike û nivisiye: “Çîn û Rûsya di demên zor û zehmet de herdem li gel me bûn. Rûsya hevpeymaneke girîng û stratejî û cîranekî Îranê ye û wê kabîneya min pêbendbe bi berfireh kirin û xurtkirina hevkariyên di navbera me de.”

Mesûd Pizêşkiyan di peyamekî ku rojnameya Tehran Times belav kiriye de renxe li siyaseta Amerîkayê digre û dibêje: “Hikûmeta wî amadeye ji bo gotûbêja avaker a li gel walatên Ewrupî, herwaha rexna jî li amerîka girt û daxwaz kir ku li hember Îranê siyaseteke nû bigre dest.”

Herwaha dibêje: “Pêwîste Amerîka rastiyê bizane û têbigêje, Îran bersiva zext nade û di rêbaza berevaniya Îranê de çekê nûkleer nine.”

Pizêşkiyan di hilbijartinên Îranê de li ser namzedekî tundrew serkeftin bi dest anî û tekezî li wê kiriye ku Îran hewla bidestxistina çekên Etomî nade û dibêje, “Tehran pênwendiyên xwe li gel ciranên xwe berfireh dike û li gel Ewrupayê gotûbêjan dike.”

Herwaha di wê peyamê de, kelecana xwe bo hemahengiya li gel Tirkiye, Siûdiye, Oman, Iraq, Behrên, Qeter, Kwêyt, Îmarat û welatên din yên herêmê aniye ziman ji bo kûrkirina pêywendiyên aborî û bi hêzkirina pêywendiyên bazirganî û pêşvebirina veberhênanên hevbeş, , rûbirûbûna pirsgirêkên hevpar û ber bi diyalog, avakirina bawerî û pêşveçûnê.

Herwaha got: “Gelê Îranê baweriya xwe bi min da ku ji bo peywendiyên avaker di asta cîhanî de bêwestan bixebitim û li ser maf, rûmet û rola xwe ya layîq li navçe û cîhanê de israr bikim.”

Herwaha dibêje, “Ez bang li hemû kesên ku dixwazin tevlî me bibin û beşdarî vê arka dîrokî bibin dikim.”

Pizêşkiyan 69 saliye, bijîşkê emelyatên dile, soza teşvîqkirina siyaseteke derve ya piratîk daye, herwaha soza daye tengezariya li ser gotûbêjên derbarê zindî kirina rêkeftinên Etomiyan yên sala 2015 kêm bike ku demeke asê meye, herwahasoz daye ku azadiya civakî û hêjahiya siyasî baştir bike. Lê gelek Îranî bi şiyana doktorê xwe ji bo cîbicîkirina sozên ku wî di dema kampanyaya hilbijartinê de dabûn welatiyên xwe, guman dikin.

 

 

Basnews

Top