• Friday, 13 February 2026
logo

Karmendekî asayîşê li Qere Hencîrê şehîd bû

Karmendekî asayîşê li Qere Hencîrê şehîd bû

Terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzên asayîşê kirine.

Peyamnêrê Kurdistantv yê li Qerehencîrê ragihand ku, îro danê sibê terorîstên DIŞIê bi rêya matorê êrîşî ser hêzên asayîşa Qere Hencîrê kirine û hêzên asayîşê jî bi dijwarî bersifa êrîşa han dane.

Peyamnêrê me eşkere kir ku, di encama êrîş û pevçûna han de endamekî hêzên asayîşê şehîd bûye û endameke din jî birîndar bûye.

Herwiha h êzên asayîşê jî karîne terorîstek bikujin û  terorîstê din jî bi birîndarî binçav bikin.

 

Top