• Thursday, 12 February 2026
logo

Her sê Serokatiyên Îraqê serdana Hewlêrê dikin

Gulan Media November 5, 2019 Nûçe
Her sê Serokatiyên Îraqê serdana Hewlêrê dikin
vê li gel rayedarên Kurdistanê behsa aloziyên Îraqê bikin
Biryare her sê Serokatiyên Îraqê (Komar, wezîr û parlemen) serdana Hewlêrê bikin.

Li gor jêderên taybetî armanca serdana wan her sê Serokatiyên Îraqê bo Hewlêrê giftûgo kirin li ser rewş û aloziyên Îraqê ye li gel rayedarên Kurdistanê.

Di vê çarçoveyê de Serokkomarê Îraqê Berhem Salih vê îro serdana Hewlêrê bike û tê payîn Serokwezîr û Serokê parlementoya Îraqê jî werin Hewlêrê û li gel Serok Barzanî, Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicivin.

Top