• Thursday, 12 February 2026
logo

Tirkiye: Til Temir ne di plana operasyona me de ye

Gulan Media November 5, 2019 Nûçe
Tirkiye: Til Temir ne di plana operasyona me de ye
Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê radigihîne, armanca yekem a operasyona wan li Rojavayê Kurdistanê bicih bûye û ew êrîşî bajarokê Til Temirê nakin.

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Du armancên serek yên vê operasyonê hene. Yek, paqijkirina terorê li ser sînorê wan e û ya duyem jî, ji bo vegera penaberan û avakirina herêmeke ewle ye.”

Kalin diyar kir, gava yekemîn bi piranî pek hatiye û operasyona wan li ser Girê Sipî û Serê Kaniyê gihîştiye armanca xwe, ku bi dirêjahiya 145 kîlometre û kûrahiya 30 kîlometre herêmek hatiye dirustkirin.

Da zanîn, li başûrê vê herêmê di navbera çekarên ser bi Tirkiyê û YPGê de şer heye.

Îbrahîm Kalin got, bajarokê Til Temirê derveyî herêma operasyona wan e û li wê derê ew pêkhateyên Kirîstiyanî nakin armanc, lê YPG li wê derê senger girtiye û êrişî çekdarên ser bi Tirkiyê dike.

K24
Top