Li Swîsreyê îskeleya avahîsaziyê hilweşiya: 3 karkaran canê xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn
Li bajarê Lozan a Swîsreyê ji ber îskeleyekî avahiyêsaziyê hilweşiya 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 4 jê giran, 8 karkerên din jî birîndar bûn.
Li bajarê Lozan a Swîsreyê îskeleya li derveyî avahiyekî 19 tebeqî hatibû damezrandin hilweşiya. Hat ragehandin piştî bûyerê gelek tîmên polîs û tîmên tenduristiyê ji herêmê re hatin veguhestin.
Rayedaran ragehand, di bûyerê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dane û 4 jê giran, 8 karkerên din jî birîndar bûne.
Heta naha sedemê hilweşîna îskeleyê nayê zanîn û derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kir.
Basnews
