• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke Kongressa Amerîkî civiya

Gulan Media November 4, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke Kongressa Amerîkî civiya
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Kongresa Amerîka dinêre û spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka dûpat kir ku herdem piştgîriyê li Herêma Kurdistanê kirine û bi taybetî li şerê dijî terorê da hevkariya Herêma Kurdistan û Iraqê kirin û roleke mezin li têkşikandina Da’îşê da dîtin.

Di civîneke li gel şandeke Kongrêsa Amerîkî ya bi Serokayetiya birêz Adem Smith Kongresmenê Demokratan û sê Endamên Kongres û birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê de ku îro dûşem 04/11/2019 birêveçû, pêşhatên dawî ya rewşa Iraqê û xwepêşandanan guftûgo kirin û tîşk xistin li ser sedemên wan û daxwaziya xwepêşanderan û pêşbîniya paşaroja proseya siyasî û rewşa emnî li Iraqê.

Di civînê de ku rêzdarên Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Amerîka li Iraqê û şanda her dû aliyan beşdar bûn, berev pêşveçûna peywendiyên Hewlêr û Bexda û diyaloga çareserkirina kêşeyan, rewşa navçeyên kêşe li ser, metirsiya serhildana Da’îş û çawayiya rûbirûbûna wan û rola Amerîka ya li alîkariyên vî warî de hatin axaftin.

Di derbarê pêkhatên Herêma Kurdistanê de, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pêkvejiyan û hevdû qebûlkirina di navbera tevahiya pêkhatên olî û neteweyiyan kirin. Her wiha tîşk xistin li ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û spasî Amerîka û welatên dinê Hevpeymaniya Navdewletî kir ku li vî derbarî de hevkariya Herêma Kurdistanê dikin. Serxistina vê proseyê jî yek ji erkên serekiyên Serokayetiya Herêma Kurdistan û Hikûmetê da zanîn.

Danûstandina bîr û ramanên rewşa navçeyê bi giştî û pêşhatên Sûriye û rewşa penaberan û hatina wan ya Herêma Kurdistanê û girîngiya aramiya li navçeyê, mijarên dinê vê civînê bûn.

Top