• Thursday, 12 February 2026
logo

Berdevkê Ebdulmehdî: Metirsiya karesateke mezin heye li Bexdayê

Gulan Media November 4, 2019 Nûçe
Berdevkê Ebdulmehdî: Metirsiya karesateke mezin heye li Bexdayê
Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Lîwa Rûkîn Ebdulkerîm Xelef aşkere kir metirsiya rûdana karesateke mezin heye li Bexdayê.

Lîwa Rûkîn Ebdulkerîm Xelef ji medyaya Iraqê ra aşkere kiriye xwepêşanderan lastîkên Pirda Komarî sûtandine.

Herwiha Lîwa Rûkîn Ebdulkerîm Xelef hişyarî da ku metirsî li ser Pirda Komarî heye û divê haya xwepêşanderan ji wê metirsiyê hebe.

Xwepêşander hewl didin ji ser Pirda Komarî derbas bibin û herin Herêma Kesk. Lêbelê hêzên emnî rê nadin xwepêşanderan û bi gazên rondikrêj û çekan rê li ber xwepêşanderan digirin.

Ji roja 02-10-2019an hemwelatiyêm Iraqê li Bexda û gelek parêzgehên din ê Iraqê dijî gendelî û nebûna xizmetguzariyê derdikevin kolanan û rûberûyî hêzên emnî dibin.

Basnews
Top