Mesrûr Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Aasayîşa Niştimanî a Iraqê kir
Îro 11.07.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî a Iraqê Qasim Erecî kir.
Di civînê de li ser guhertinên dawî û danûstandinên rewşa ewlekariya Iraqê bi giştî hatin nirxandin û tekezî li pêxistinên hevkarî û hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Ferderal ji bo rûbirûbûna metirsî û êrîşên terorî û parastina asayîş û aramiya navçeyên sînorî hatin kirin.
Di beşeke din a civînê de herdû alî li ser giringiya cêbicêkirina rêkeftinameya Şingal û asayî kirina rewşa deverê hemfikir bûn.
Basnews
