Mihemed Kemal: Wek hemû aliyan dê berbijêrê me jî bo peywira parêzgarê Kerkûkê hebe
Berpirsê baskê 3 yê PDKê li Kerkûkê ragehand, berbijêrê wan ê ji bo peywira parêzgarê Kerkûkê dê hebe û heta naha berbijêrê wan zelal nebûye.
Îro 11.07.2024ê berpirsê baskê 3 yê PDKê li Kerkûkê Mihemed Kemal di civîneke çapemeniyê de amaje bi wê yekê kir, ku wan jî wek PDK dê berbijêrê wan ji bo parêzgarê Kerkûkê hebe.
Herwaha derbarê rêveçûna civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê de jî diyar kir, lihevtêgeheştinek heye, eger wisa neba civîn nedihate kirin.
Basnews
