• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Til Temerê 58 leşker û çete hatin kuştin

Gulan Media November 4, 2019 Nûçe
Li Til Temerê 58 leşker û çete hatin kuştin
10 tirimbîlên wan yên leşkerî jî hatine jinav birin
HSDê daxuyaniyek derbarê şer û pevçûnên 2 rojên derasbûyî belav kir.

HSD dibêje artêşa Tirkiye û çeteyên ser bi Tirkiyeyê agirbestê binpê dikin û bi berdewamî êrîşî ser gundewarên derdorê Til Temerê dikin.

Li gor daxuyaniya HSDê di nava 2 rojên derbasbûyî de artêşa Tirkiye û çeteyên Tirkiyeyê ku dixwestên gundewarên Til Temerê dagîr bikin çend caran êrîş kirine lêbelê êrîşên wan hatine têkbirin û di encam de herî kêm 58 leşker û çete hatine kuştin û 10 tirmbîlên wan yên leşkerî jî hatine jinavibirin.
Top