Serok Barzanî li gel beşek ji rêxistinên navxwe yên PDKê civiya
Îro 11.07.2024ê li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî li gel beşek ji astên cuda yên rêxistinên sînorê bask û navçeyên PDKê civiya.
Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkeşî amadebûyan kir û spasiya xebat û westandina endam û kadroyên partiyê kir ku di qonaxên cuda de bi berxwedanî bûne hêvinê hêviyê ji bo gelê Kurdistanê.
Serok Barzanî amaje bi dîroka PDKê kir û teqez kir ku PDK ji bo zindî hiştina hêvî û bawerî bixwe anîna gelê Kurdistanê ava bûye û amûreke ji bo xizmeta gelê Kurdistanê û her demekî ku PDK bihêz bibe Kurdistan jî bihêz bûye.
Di beşek din a gotara xwe de Serok Barzanî ronahî xist ser serdana heftiya borî ya ji bo Bexdayê û sedemên wê serdanê û civînên li gel aliyên Iraqê ji amadebûyan re aşkera kir.
Di wê dîdarê de derbarê rêxistinên navxwe yên PDKê de jî Serok Barzanî rênîşanî û berçavronî yên pêwîst ji bo amadebûyan aşkera kirin.
