Kerbela – 3 xwepêşander li ser avahiya Konsolxaneya Îranê hatin kuştin
Li gor daxuyaniya Komîsyona Mafên Mirov a Iraqê belav kiriye duhê êvarî roja 03- 11- 2019an di dema xwepêşandanan li bajarê Kerbelayê alozî derketiye. Herwiha ligor daxuyaniyê dema xwepêşanderan hewl dane derkevin ser avahiya Konsolxaneya Îranê li Kerbelayê û hêzên emnî ew gulebaran kirine. Herwiha di encama wê gulebaranê da 3 xwepêşander hatine kuştin û 12 xwepêşander jî birîndar bûne.
Di berdewamiya daxyaniyê jîda Komîsyona Mafên Mirov a Iraqê bang li hêzên emnî kiriye ku dûr bin jî bikaranîna çekan û hewl bidin canê xweepêşanderan biparêzin û kesên teqeyê li xwepêşanderan dikin jî radestî dadgehê bikin.
