• Thursday, 12 February 2026
logo

Parlementer Hesen Elî: Peyama Serok Barzanî ya derbarê Iraqê da girîng bû

Gulan Media November 4, 2019 Nûçe
Parlementer Hesen Elî: Peyama Serok Barzanî ya derbarê Iraqê da girîng bû
Parlementerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlementoya Iraqê Hesen Elî ragihand peyama Serok Mesûd Barzanî ya derbarê rewşa Iraqê da gelekî girîng bû.

Hesen Elî ji BasNewsê ra axivî û aşkere kir di destpêka xwepêşandanan da xelkê Iraqê daxwaza xizmetguzariyan û peydakirina kar dikirin,lêbelê piştre ew daxwaz tûşî daxwazên siyasî bûn.

Di berdewamiya axaftina xwe jî da Hesen Elî dibêje gelek hewl hatine dayîn bo ku Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dev ji kar berde. Lêbelê aniha ew hewlana jî bê watebûne ji ber ku dest ji kar berdana Ebdulmehdî wê rewşa siyasî aloztir bike û qonaxa aniha jî dijwar e.

Hesen Elî peyama Serok Barzanî ya derbarê Iraqê jî da bi bîr xist û got:” Di dema giraniya kurdan li Bexdayê heye divê serkirdeyên kurd jî beramber xwepêşandan û guherînan helwêsta wan hebe û peyama Serok Barzanî jî gelekî giringî bû. “

Basnews
Top