Serokê Fraksiyona PDKê: Em dê sibe beşdarî civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bibin
Serokê Fraksiyona PDKê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ragehand, fraksiyona wan dê civîna sibe ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de beşdar bibe.
Duh 09.07.2024ê ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî destpêşxeriyek ragehand û daxwaz kir roja 11ê Tîrmehê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dê bicive.
Vê derbarê de Serokê Fraksiyona PDKê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em wek PDK sibe dê amadebin di civîna demjimêr 13:00ê ku dê li binkeyê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê birêve biçe.
Herwaha diyar kir ev civîna sibe berhemê wan civînên berê li ser daxwaz Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê birêve çûn e.
Hesen Mecîd got: ‘’Yekdengî li ser encamdana civînê heye, ji ber tenê ji bo rewabûna encûmenê ye. Elbet bi piştrastî bendewariyên xelkê ji wê encûmenê heye û pêşbînî dikim ku sibe piraniya endamên encûmenê amade bin. Em agahdarê wê yekê ne jî gilî û gazindên xelkê ji ber nehevsengiya dabeşkirina projeyan û mijarên damezrandinê heye, em dê hemû hewldanekî bikin ji bo hevsengî pêkbê.’’
Derbarê helbijartina parêzgarê Kerkûkê de jî Hesen Mecîd got: ‘’Yasayê diyar kiriye ku di heyama 30 rojan piştî encamdana yekem civîna encûmenê parêzgar tê destnîşan kirin. Min heta naha nezaniye ku rêkeftinek hatibe kirin an jî geheştina ser encamekî hebe, yan parêzgar bo kîjan alî be û neteweyê be jî, lê Mihemed Şiya Sûdanî amaje bi wê yekê kiriye ku piştî encamdana civîna yekem moletek ji aliyên siyasî re tê dayîn ku bigehin encamekî ji bo destnîşankirina parêzgar û herdu cîgirên wî li gel serokê encûmenê û cîgirê wî.’’
Basnews
