Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî peywendiyekî telefonî pêkanîn
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kêşeya mûçeyên hêzên ewlehiyê bi Serokwezîrê Iraqê re gotûbêj kir. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî diyar kir, dê di demek nêzîk de ev kêşe çareser bibe.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hawarmanî îro 10.07.2024ê ragihand, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê pirsgirêka mûçeyên hêzên ewlehiyê de, pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re pêkanî.
Berdevkê Hikûmeta got: “Pirsa mûçeyên Wezareta Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê, dê di demeke nêzîk de çareser bibe.”
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya, yek ji mijarên civînê jî mûçeyên meha şeş a karmendan û mûçeyên mehên pênc û şeş ên hêzên Pêşmerge û dezgehên ewlehiyên Herêma Kurdistanê bû.
Li gorî Pêşewa Hawramanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civîna Encûmena Wezîran de, behsa naveroka pêwendiya xwe ya telefonî bi Serokwezîrê Iraqê re kir.
Ev di demekê de ye, Wezareta Darayî ya Iraqê heta niha mûçeyên Pêşmerge û dezgehên din ên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê xerc nekiriye.
Li gorî amarên Wezareta Darayî û Aborî, li Herêma Kurdistanê milyonek û 114 hezar û 194 mûçexur hene û bi giştî mûçeyên wan yên mehane nêzîkî 913 milyar dînar e.
Basnews
