• Friday, 13 February 2026
logo

Ez bazine û navçeyên kesk an jî zer nas nakim û hemû Kurdistan e û mulkê xelkê Kurdistanê ye

Ez bazine û navçeyên kesk an jî zer nas nakim û hemû Kurdistan e û mulkê xelkê Kurdistanê ye

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir, “Ez dixwazim hûn hemî ji min razî bibin da ku Xudê ji min razî bibe.” Herwaha got, “Em nikarin cudahiyê bikin û em bi yek çav temaşeyî hemî Kurdistanê dikin. Ez  bazne û navçeyên kesk yan jî zer nas nakim û hemî Kurdistan e û milkê xelkê Kurdistanê ye.”

Di derbarê pirsgirêka mûçeyan de ku pirsyara hejmareke kesên berhevbûyî bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî careke din ron kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî tevger kirine ji bo ku bi Hikûmeta Iraq re ji bo çarekirina bingehîn a wê pirsgirêk bigehe hevfêmkirineke hevpar.”

Mesrûr Barzanî herwaha got, “Hemî tevgerên me ji bo wê yekê ne ku pirsgirêk mûçeyan bê çarekirin, tevî ku tevger hat kirin ku pirsgirêk mûçeyan ji bo Bexdayê bê veguhastin û tevger hat kirin ku berjewendiya hizbî li ser berjewendiyên giştî zal bibe û ev rewş ji ber berjewendiya teng a hizbî û kesî hat çêkirin û mixabin hemî arêşe di mûçeyan de hatin komkirin, lê mûçeyan bê keramet û ax çi behayek nîne.”

Serokwezîrî amaje da tevgerên wan kesan jî yên ku daxwaz dikir hemî tişt biçin Bexdayê û ragehand, “Ez niha jî her tekîdê li mûçeyên welatiyên Kurdistanê dikim û ji bo çarekirina pirsgirêkn berdewam di peywendiyê de me.”

Serweriya qanûnê û serxwebûna dadgehan pirsyara yek ji kesên berhevbûyî bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di bersivê de ragehand, “Welatî dadwerên serekî û dawiyê yên vî welatî ne. Eger hûn desttêwerdanê li dadgehan dibînin an her stem û şaşîtiyekê dibînin, divê we helwest hebe û bêdeng nebin, di hilbijartinan de jî hûn dikarin wan aliyan siza bidin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez li ser giringiya serxwebûna dadgehan û serweriya qanûnê kir û ragehand, “Divê desthilat serbixwe bin û hikûmet desttêwerdanê di sîstema dadweriyê de nake. Eger dadgeh serbixwe nebin, mezintirîn karesat e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derbarê giringîdana bi gundan û avedankirina wan de pesna rol û xebata gundan kir û got ku, hemî şoreş qerdarên gundan in û ya ku niha jî heye berhemê xebata wan gundan e ku eger ew neban, şoreş serkeftî nedibûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Li serdema rijêma berê, 4500 gund hatin wêrankirin û vê yekê jî wesa kir ku pareke zêde ya şêniyên wan gundan berê xwe bidin komelgeh û bajaran. Piştî serhildanê jî ji ber hin karên nexwastî, mimkin nebû ku hemî gund hatiban avedankirin. Tevî vê yekê jî, di Kabîneya Nehê de zêdetir giringîdana bi kertê çandinê û jêrxaneya avê ji bo vejandina hejmareke gundan bû paldanek.”

Xirabiya rêyên sinorê deverên Germiyan, Raperîn û Helebceyê pareke pirsyarên welatiyên berhevbûyî bû, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ron kir, “Di dema borî de ji ber qeyrana darayî, birîna budceyê li Bexdayê, kêmbûna bihayê petrolê, paşî rawestandina hinardekirina petrolê û belavbûna pejîka Koronayê, dahat kêm bû û me nekarî hemî pirojeyan bi cih bînin, lê tevî wê yekê jî niha dest bi hejmareke pirojeyan hatiye kirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir, “Li sinorê Hewlêr û Dihokê pareke kertê taybet û weberhêneran bi xwe berpirsyariya darayî ya bicihanîna rêyên xwe bi stûyê xwe ve girtiye û li ser erkê hikûmetê nebûye.” Daxwaz ji weberhênerên sinorê parêzgeha Silêmaniyê kir ku ji bo alîkarîkirina xelkê deverê ew jî eynî pêngavan biavêjin.

 Parastina jîngeha Herêma Kurdistanê û viyana xwezaya xweşik a Kurdistanê pareke din a danûstandinên navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û welatiyên sinorê parêzgeha Silêmaniyê bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji hemiyan kir ku jîngeha Kurdistanê biparêzin ku mala mezin a hemiyan e, herwekî çawa çi kesek mala xwe ya biçûk pîs nake. Herwaha pesna çiyageran kir, ku ji bo tendirustiya xwe û parastina xweza û jîngeha Kurdistanê rolekî giring dibînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Pareke pirojeya dîjîtalkirina aboriya Herêma Kurdistanê ji bo wê pirsgirêk ye ku ciwan bikarin ne tenê ji hikûmetê belkî ji kertê taybet jî qerên demdirêj werbigirn û bikarin karên xwe bi cih bînin.”

Di derbarê pirsgirêk temamkriina xwandinê û bendemana ciwanan ji bo damezrandinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje da, “Di dema giştî de hejmara peydakirina derfetên karî sinordar e, tenê hejmareke karmanedan ji bo xizmetkirina welatiyan û birêvebirina karûbar û pirojeyan ji hikûmetê re pêdivî ye, lewma pêdivî ye li kertê taybet derfetên karî bên çêkirin ji bo ku ciwan bikarin kar bikin an bibin xwediyên karên xwe. Ji bo wê meremê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê xemsariyê di wê yekê de nake ya ku bikare ji wan re bike.”

Di çarçoveya wê hevdîtinê de, dema ciwanekî behsa vegeriyana xwe kir piştî ku çend caran tevger kiribû biçe Ewropayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, “Ez dilxweş im ku tu niha li vê derê yî.” Herwaha daxwaz ji wî kir ku li ser yek ji kanalên ragehandinê behsa nexweşiyên wê rêyê bike û daxwazê ji ciwanan bike ku wê rêyê nedin ber xwe. Herwaha Serokwezîr Mesrûr Barzanî careke din piştevaniya xwe ji bo ciwanan tekez kir ku li welatê xwe tevgerê bikin û kar bikin, ku dê jiyaneke serbilindtir bikin ji ku berê xwe bidin welatekî biyanî.

 

 

Basnews

Top