Rêber Ehmed: Lazime pkk ji Îraqê derkeve
Dibêje sedema tevahiya kêşeyên deverê pkk ye.
Wezîrê navxwe yê herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihandiye ku, hebûna pkk di nava axa herêma Kurdistan û Îraqê de derqanûniye û lazime pkk ji axa herêma Kurdistan û Îraqê derkeve.
Rêber Ehmed herwiha eşkere kiriye ku, sedema tevahiya kêşeyên li deverê hebûna pkk ye û eger pkk li wan deveran nebe vê ev kêşe jî çê nebin.
Ehmed herwiha eşkere kiriye ku, Îraqê biryar daye ku, pkk bixe nava lîsteya tevgerên qedexekirî de û ev biryar jî gelek girînge.
