• Thursday, 12 February 2026
logo

Pisporên Rûsî: Qonaxa bê, dê qonaxa çareserkirina pirsa Kurd be

Gulan Media November 3, 2019 Nûçe
Pisporên Rûsî: Qonaxa bê, dê qonaxa çareserkirina pirsa Kurd be
Li Rûsya pispor û akademsyenan pirsa komîteya nivîsandina destûrê Sûriyê di panêlekê de gotûbêj kirin. Pisporên Rûsî dibêjin, ku qonaxa bê, dê qonaxa çareserkirina pirsa Kurd be.

Dîplomat û akademîsyenên Rûs, di panelekê de yekemîn kombûna Komîteya Destûrî ya Sûrî li Cenevê û perspektîvên proseya nû raxistin ser mase.Her çend Moskow giringiyeke pir mezin bi wê kombûnê dide jî, panelist bi gumanin ku demekî nêz de, çareseriyke mayînde jê derbikeve. Lewre, bi nêrîna wan, Şam xwe serkeftiyê vê şerê dibîne û nexwaze desthilata xwe parve bike.

Tunebûna nûnerên Rojavayê Kurdistanê li Cinevê jî, bi nêrîna beşdaran, encama israra Tirkiyeyê ye, lê pê bawerin ku qonaxa din dê bibe çareseriya pirsa kurdî.

Derbarê mijarê de Mamosteyê Akademiya Dîplomasî ya Wezareta Derve ya Rpsyayê Aslambek Mozloyev ji Rûdawê re got: “Vê vagê arîşeya herî sotîner, destpêkirina proseya çareseriya qeyrana Sûrî ye. Weke tê zanîn, di qonaxa seretayî de Tirkiye bi tundî dijî beşdariya Kurdan derket weke aliyeke siyasî û Rûsya jî bêguman, piştgiriya Tirkiyê kir. Ji ber ku ji bo me pêwîst bû ku em bi hev re kombûna li Cinevê rêk bixin. Lê qonaxa din, wê bibe çareseriya pirsgirêka kurdî."

Akademîsyen, amaje bi daxuyaniya dawî ya Serokê Sûriyê Beşar Esed jî kirin û weke vekirina deriyeke diyalogê bi kurdan re nirxandin. Lê bi nêrîna wan, Şam vê gave ji otonomoyeke befireh re amade nîne û Moskow jî dê guvaşan nake ser wî.

Karmndê Navenda Rojhilatzanî ya Akademiya Rûsyayê Konstantîn Turyevtsev jî dibêje: “Esed, madeya 107 a Destûrê ya li ser rêveberiya xwecîhî ji nûve zindî kir û ev yek hem ji aliya Şamê, hem jî ji aliya Kurdan ve dikare bê qebûlkirin. Lê bi dê mercê ku, ew saziyên siyasî yên li Kurdistana Sûrî hatine damezrandin, divê bi darê zorê neyên hilweşandin."

Nêrîna giştî li Rûsyayê ev e ku ji bo Sûriyê çareseriya pirsgirêka Kurd, ji proseya nivîsîna Destûrî giringtir e. Lê ji ber ku Moskow nexwaze hevkariya bi Tirkiyê re winda bike, vê gave xwe ji dosyaya Kurdî dûr digre.

Rudaw
Top