• Thursday, 12 February 2026
logo

MSD: Em amadene ligel Şamê dest bi diyalogê bikin

Gulan Media November 3, 2019 Nûçe
MSD: Em amadene ligel Şamê dest bi diyalogê bikin
MSDê ragihand ku helwesta wê ji mijara danûstandina bi rejîma Sûriyê re ji destpêka aloziya Sûriyê ve sabît e û eger helwestên Şamê erênî bûn ew ê ji wî tiştî re rêzdar bin.

Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da raya giştî, tê de got:" Lihevkirina leşkerî ya di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk û artêşa rejîma Sûriyê ya bi navbeynkariya Moskovayê destpêka avakirina girtekên baweriyê ye ya ku em bi hewcedariya wê ne da herêman ji dewleta Tirk a dagirker rizgar bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: ‘‘Meclisa Sûriye Demokratîk di çarçoveya mezintirîn hevalbendiya hêzên opozîsyona demokratîk a Sûriyê careke din radighîne ku ew amade ye bi hikumeta Sûriyê re bikeve diyalogê. Sûriyê di van kêliyan de rastî mezintirîn prosesa qirkirin, çewisandin û wêraniyê tê.

Li ser vê yekê Meclisa Sûriye Demokratîk wek mezintirîn çarçoveya hevalbendiya hêzên opozîsyona demokratîk li Sûriyê tê hesibandin radighîne ku ew ji bo avakirina oposîzyonek sûrî rastîn ji tevahiya aliyên derveyî Meclisa Sûriye Demokratîk çi li hundir an jî li derve, her wiha yên ku ji Cenev û Astanayê yan jî ji komîteya destûrî hatine dûrxistin û tevahiya kesên ku ragihandine têkiliya wan bi çareserkirina aloziya Sûriyê heye vekirî ye da ku bi hikumeta Sûriyê bê şertên pêşîn û li gorî rêgezên niştîmanî; yekitiya Sûriyê, ax û serdestiya wê dest bi diyalogê bikin.”

Rudaw
Top