• Thursday, 12 February 2026
logo

HSD: Encûmena Suryanî û Hêzên Aşûrî dê navçeya Xabûrê biparêzin

Gulan Media November 3, 2019 Nûçe
HSD: Encûmena Suryanî û Hêzên Aşûrî dê navçeya Xabûrê biparêzin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, ji bo parastina Suryan û Aşûriyan û Hêzên Aşûrî, dê Hêzên Encûmena Siryanî yên ser bi HSDê ve li rojhilat û başûrê Serê Kaniyê belav bibin.

Fermandariya Giştî ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, HSDê di rûbirûbûna êrîşên artêşa Tirkiyê li ser rojhilat û başûrê Serê Kaniyê û bi taybet li navçeya Xabûrê û gundên Suryan û Aşûriyan de berdewam dibe.

HSDê dibêje, li gor pêwîstiya vê qonaxa niha û ji bo parastina navçeya Xabûrê ya Suryan – Aşûriyan û li ser daxwaza Hêzên Encûmena Siryanî ya Leşkerî ya di nava HSDê de, dê Hêzên Encûmena Suryanî û Hêzên Aşûrî li wê navçeyê bêne belavkirin û wê navçeyê biparêzin.

K24
Top