Mesrûr Barzanî: Di vê kabîneyê de ji her demê zêdetir giringî bi vejandina sektora çandiniyê hatiye dayîn
Mesrûr Barzanî di dema gotûbêja xelkê a li gel Serokwezîr de ragehand, Li ser hin sînoran li ser hinardekirina kelûpelên qaçax an jî dema derbasbûyî de gilî hene. Dema ku tê xwestin ev sînor bên kontrolkirin, dê pirsgirêkên siyasî derkevin holê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku vê kabîneyê ji her demê zêdetir girîngî daye vejandina sektora çandiniyê, nîha me di van çend salan de kariye deriyê henardekirina berhemên navxweya Kurdistanê vebikin, ev tiştane bi şev û rojekî de bi dawî nabe û em nikarin bikin jî. Ew armanca mezin ku me heye bo ku em bikaribim hemû deriyan vebikin, lê me destpê kiriye. Di hindek tiştan de mixabin hemû bernameyên hikûmetê weku xwe li hemû astan û li hemû cihan nehatiye cêbicê kirin.
Herwaha got: ‘’ Li ser hin sînoran li ser hinardekirina kelûpelên qaçax an jî dema derbasbûyî de gilî hene. Dema ku tê xwestin ev sînor bên kontrolkirin, dê pirsgirêkên siyasî derkevin holê, nexwe dê bandorek neyînî li welatiyekî hezkirî yê wek we bike, ku gelo eve berhema navxweyî ye yan berhemekî ji derve ye?”
Mesrûr Barzanî ragehand: ‘’Ji aliyekî din ve nirxê genim bi awayekî giştî li Iraq û li Herêma Kurdistan bi alîkarî û piştevaniya hikûmetê ve, bi gotineke din, nirxê genim li welatekî din erzantir e ji nirxê ku ji welatiyên me yên li vir tê kirîn, bi piştgiriya nirxê ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye danîn. Lê belê hikûmeta federal amade nebû ku hemû dexl û genimê Kurdistanê paşde vegerîne. Vê carê jî red kirin ku zêdetirî 700,000 ton paşde bistînin. Belê, ew bernameyeke dirêj e û gelek sedem hene, ez naxwazim we aciz bikim, lê amade nebû ku hemû 700,000 ku li Herêma Kurdistanê hatine hilberandin, bi nirxek kêmtir bifroşe ji ber ku nirxê bazara azad e. ji bihayê hikûmetê kêmtir e.”
Herwaha ragehand: ‘’Eve pêwîstiya wê bi helwesteke cidî heye, em dixwazin çi bikin? Gelo bo hemû hevkariyeke cotyaran divê nirxekî piştevaniya hikûmet hebe? Yan jî em berhemên xwe bi cureyekî zêde bikin ku pêwistiya me bi wê nebe ku hikûmet hemû carê were û nirx û pare li ser berheman dayne, berovajî bibe dahat ji bo hemwelatî û hikûmetê bi awayekî giştî.’’
Basnews
