Rûsyayê 34 zarok ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin
Rûsyayê 20 zarokên welatiyên xwe yên ku li kampên li Rojavayê Kurdistanê diman, vegerandin Moskoyê.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Komîsera Mafên Zarokan a Rûsyayê Maria Lvova Belova, 20 zarokên malbatên DAIŞê ku li kampa Holê diman, bo Rûsyayê hatin vegerandin.
Daxuyaniyê diyar kir jî, temenê wan zarokan di navbera 5 û 15 salî de ne û hin ji wan li xaka Sûriyeyê ji dayik bûne.
Zarokên ku hatine vegerandin, dê li navendeke Moskoyê venihêrîna bijîşkî û rehabîlîtasyona civakî derbas bikin, berî ku bi xizmên xwe re bijîn, ku dê bi wan re di bin çavdêriyê de bijîn.
Bi hezaran malbatên DAIŞê li kampên Rojavayê Kurdistanê hene, Rêveberiya Xweser jî dibêje, pirsa van malbatan, pêwîstî bi destêwerdaneke navdewletî heye û bang li welatên cihanê dike, ta ku welatiyên xwe ji kampan werbigirin.
K24
