Şaxewan Ebdula: Piştî serdana Serok Barzanî, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê dê derbasî qonaxeke din bibin
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê aşkera kir ku serdana Serok Barzanî a Bexdayê ji bo yekalîkirina çendîn dosyayên girîng bûn, herwaha hemû aliyên siyasî û berpirsên Hikûmeta Iraqê serdana wî bi giringî û bi nav kirin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdula di dema beşdarbûna xwe ya di odeya nûçeyên Kurdistan24 de ragehand: “Serdana Serok Barzanî ya Bexdayê piştî çendîn vexwandinên hêz û aliyên siyasî hat, dema Serok Barzanî dît ku atmosfereke xweş heye û di hevdîtinê de pêşketineke baş çêbûye û gavên pratîkî jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatine avêtin.”
Herwiha got: "Pirgirêk û nakokiyên ku di dema borî de rû dane, ewe dixwast ku Serok Barzanî bo çareserkirina wan pirsgirêkan li Bexdayê be. Hemû aliyên siyasî, berpirsên hikûmeta Iraqê û çapemeniya Erebî ev serdan bi girîng wesif kirin."
Herwaha di derbarê pirsgirêka diyarkirina serokekî nû bo Parlementoya Iraqê de ragehand ku Sunî li Iraqê pir dabeş bûne, pêwistiya wan bi wê bû ku kesek wan kom bike, cenabê Serok Barzanî hemû cemserên nakokiyên Sûniyan kom kiriye û got, “Divê hûn pirsgirêkên nav xwe de çareser bikin û hevgirtî bin û di nava xwe de rêbikevin ji bo diyarkirina kesekî bo posta serokê Parlamentoyê.”
Di derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî amaje bi wê da: “Serok Barzanî di civînên xwe yên li gel rêveberên aliyên siyasî û berpirsên Hikûmî behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda kir û tekezî li wê kiriye ku eger destûr bibe bingeh dê gelek pirsgirêk bên çareser kirin.”
Dr. Şaxewan Ebdulah herwaha ragehand: “Piştî serdana Serok Barzanî pêywendiyên navbera Hewlêr û Bexda diçe qonaxeke din û ber bi baştirbûnê ve diçe.”
Hêjayî gotinê ye ku roja çarşema borî 3.07.2024, Serok Barzanî bi şandeke bilind a Herêma Kurdistanê gehişte Bexdayê û di nava 2 rojan de hejmarek civînên girîng û yekalîkirane li gel Serokwezîrê Iraq û piraniya berpirsên Sûnî û Şîeyên Iraqê û herwaha li gel balyozên welatan encam da.
Basnews
