• Friday, 13 February 2026
logo

Serokwezîr pîrozbayî li misilmanan dike

Serokwezîr pîrozbayî li misilmanan dike

Hêviya xêr û aştiyê dike.

Bi minasebeta hatina sersala nû ya Koçî ya 1446an Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye:

Bi minasebeta hatina sersala nû ya Koçî ( hicirî) ya 1446an, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.

Daxwaz ji xwedê mezin dikim sala nû ya Koçî bibe sala xêr, aştî, aramî, pêşkeftin û kameranî.

Sala nû ya Koçî li tevahiya misilmanan pîroz be û hertim di xweşiyê de bin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Top