• Thursday, 12 February 2026
logo

Trump: Ji petrola Sûriyê hez dikim

Gulan Media November 2, 2019 Nûçe
Trump: Ji petrola Sûriyê hez dikim
Serokê Amerîka Donald Trump tekez dike, beşek ji leşkerên Amerîka ji bo parastina kêlgehên petrolê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dimînin.

Donald Trump di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dixwaze serdana Koşka Sipî bike û Washington jî biryar daye têkelî herêma ewle nabe.

Ragihand jî, “Dixwazin leşkerên me vegerin û niha beşek ji leşkerên me mane, tenê ji bo kêlgehên petrolê biparêzin”.

Amaje bi wê jî da, “Hez ji petrolê dikim û emê wê biparêzin. Herwiha kar bi Kurdan, Tirkiye û çend welatiyên din jî kar dikin”.

Pêştir jî, çend medyayên Amerîkî aşkere kiribûn, tenê dema berpirsên leşkerî yên Amerîkî ji Trump re behsa petrolê kiribûn, ew razî bûbû ku beşek ji leşkerên Amerîkî li Sûriyê bimînin.

Ev yek di demekê de ye, pêştir Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova ragihandibû, Amerîka mehane bi buhaya 30 milyon Dolar petrolê ji kêlgehên bakurê Sûriyê bi qaçaxî dibe.

K24
Top