• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Mesûd Pizîşkiyan dike

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Mesûd Pizîşkiyan dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya bijartina Mesûd Pizîşkiyan wek serokomarê nû yê Îranê, pîrozbahî lê kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama de nivîsiye: “Bi boneya hilbijartina wî wek Serokê Komarê Îslamî ya Îranê, Ez bi navê xwe û gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li Mesûd Pizîşkiyan dikim û hêviya serkeftinê ji wî RE dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Li Herêma Kurdistanê û Iraqê, çavê me li pêşxistina peywendiyên dostane yên demdirêj û berdewamiya hevkariyên hevbeş li gel Komara Îslamî ya Îranê ye, li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û cîrantiya baş.”

 

K24

Top