Royterz: Îran piştîvanîyê ji vemana Adil Ebdulmehdî dike
Muqteda Sedir, rêberê Rewta Sedir, li pêşîya wan wan kesatîyên sîyasî yên Îraqê ye ku daxwaz dikin Adil Ebdulmehdî bihêt dûrxistin.
Her yek ji Hadî Amirî û Muqteda Sedir rêkkevtine li ser dûrxistina Adil Ebdulmehdî û encamdana helbijartina pêşdem.
Ewî çavkanî bi Royterzê ragehandîye, Hadî Amirî, serokê Hevpeymanîya Fetih, ku ji alîyê Îranê ve dihêt piştîvanî kirin û nwênerîna Heşda Şeibî dike, razî bûye bi dûrxistina Adil Ebdulmehdî ji desthelatê.
Aşkera jî kirîye, di kombûneke nihênî de, ku roja Çarşembîya burî li Bexdayê bi rêve çû, Qasim Suleymanî, fermandeyê Feyleqa Qudis a supayê pasdaran, daxwaz ji Hadî Amirî û fermandeyên din yên Heşda Şeibî kirîne, piştîvanîyê li Adil Ebdulemehdî bikin. Pênc çavkanîyan ev zanyarî bo roterzê piştrast kirîne, lê zanîyarî derbarê helwêsta Amirî û Sedir nedayîne derbarê vê daxwazîyê.
Berpirseke ewlehîyîya Îranê ragehandîye, di kombûna Çarşembîyê de, Suleymanî bo pêşkeşkirina şîretan amade bûye.
Evî berpirsê Îranî amade nebûye navê wî bihêt aşkerakirin, bi ajnasa Royterz ragehandîye, ewa giring bo me hevkarîkirina hevpeymanên me ye, bo evê arrmancê jî fermandeyê Feyleqa Qudis seredana Îraqê yan her welateke deverê dike, nemaze jî heke hevpeymanên me, pêwîstî bi alîkarîyê be.
K24
