Serok Barzanî û Mihemed Helbûsî civiyan
Beriya vê civînê jî Serok Barzanî li gel nunerên sune civiya bû.
Di çarçoveya serdana xwe de bo Bexdayê, îro Serok Barzanî li gel Serokê berê yê parlementoya Îraqê û Serokê partiya Teqedum Mihemed Helbûsî civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa Îraqê, pêşhatên dawî yên li deverê, hilbijartina Serokê parlementoya Îraqê û çend mijarên din yên cîhên girîngiya hevbeş hatiye kirin.
